
Tiþtê ku bavê min behs dikir, ez ne xeletbim dora salên 1970yî wan bû, ku kurê apê bavê min, Rifhet ketibû hepsê. Rifhet mirovek pirr dilxerap, dilreþ û dexes bû. Ji ber dexesbûna wî hefsera wî nikaribû bi rihetî biçûna cîhekî jî. Dema jinika reben biçûna cîhekî Rifhet heta jinik bihatana malê ji xwe re hejmaryariya derewiyê, dilxerabiyê û dexesiyê li ser dikir. Ji jina xwe re digot, nizanim te li filankeso nihêriye, nizanim te awir dane filankeso, filankeso awir daye te, nizanim dema tu dimeþî xwe dihejînî û hwd. Û têra dilê xwe li jinikê dixist. Bêbelheq û belasebep.
Tobe herambe ku tiþtên wilo di jinikê de hebûn. Jinika henûn, bi mahlîfet, bi tifaq û bi namûs. Qebehetbûn ku dixist stiyê wê. Hero û duro karê wî ev bû. Jinik ji destê wî hetikî bû. Nizanibû ê çibike.
Bi kurt û kurmancî, Rifhet dawiya dawi bû dîlê dilxerabî û dexesiya xwe û hevsera xwe bi xençera xwe ya jengargirtî ku her roj bi kevirê hestem tûj dikir, kir heftê û heft perçe, xist kîsekî û havêt çiyê. Piþtî demekê Rifhet hat girtin.
Rehma Xwedê li miriyê haziran be, li apê bavê min Apê Sebrî be jî. Apê Sebrî ji kerba hew ne ma bû dîn nebe. Û her tim bi hêrs û kin digot, kafir be jî meriv vî tiþtî lê nake.
Apê Sebrî , ji bo hevdîtinê tu carî nediçû hepsê. Lê Jinapa Rebîe diçû. Her ku diçû hevdîtinê jî Rifhet pere dixwest.Ji xwe Rifhet ne yekî wilo destgirtî jî bû. Rojekê ji bo hevdîtînê Jinapa Rebîe þeveqa tarî peya ket rê û ê biçûna heta Mêrdîn hepsê. Apê Sebrî ji xwe êvarî ji hevsera xwe re gotibû, dema tu çûy ji wî dênî re bêje bila bes biþîne pera. Xuyabû dilê Apê Sebrî qewî nebûbû þilft û tazî derket derve û ba hevsera xwe kir :
− Keçê waaa Rebîekê, keçê ji wî dênî re bêje bila bes biþîne pera mera ha! Pere mere nema. Keçê jê re bêje kavirbûn kavir jî çûn ha…
Erê… Erê kavirbûn kavir jî çûn.
Belê. Dema mirov tarîxa komara Tirkiyeyê ji damezrandina wê û heta ana bi çavan diþopîne , bawerbin çavên meriv tijî qilç, toz û dûman dibe. Ji ber ku bi dek û dolaban, bi derewan, bi sixtekariyê tiþt meþandine. Ji makezagona wan bigre heta hiqûqnasên wan, dadgehênwan, dadmendên wan, serokwezîrê wan,serokkomarê wan, fermandarên wan, perwerdehiya wan û hwd. Giþtûk bi sixtekarî ye û þolî ye.
Îro dema em dimeyîzînin, bê 87 salên çi hanîn serê me kurdan, çi bi me kirin û çi nekirin. Mixabin nayê hejmartin û nayê nivîsandin. Lewre ne zimanzan karin huqa peyv biafirînin û ne jî zanistê matematîkê karin vê hejmaryariyê bikin, ji xwe hevkêþeke girêkkoriye. Ma me ne kuþtin, ma tu iþkençe ne ma li me ne kirin, ma me ne girtin, ma warê me, gundên me ne þewitandin, ma destê me ne þikandin, ma pîsîtê bi me ne dan xwarin, ma çavên me dernexistin, zimanên me jênekirin, ma tiþtên bêxlaqî bi xuþk û dayikên me ne kirin, ma bi sêzdeh gullan temenê me yî 12 salî nekirin serad… Lê bikirina van hemû tiþtan dîsa jî me serê xwe li ber wan pêl nekir, me li berxwe da, ji ber ku þîara me; em jî însan in, em jî gel in, em jî civak in… Weke her însanî, civakekî, gelekî em jî mafê xwe dixwazin. Lê gerek hîn xurttir em li ber xwe bidin…
Bi girtina dê û bavên me, xuþk û birayên me tu encam ne sitendin. Gotin ka em ev car dest bavêjin biçûkên wan. Heke em zarokên wan bigirin û em sezayên herî giran li wan bibirin, ê ev zarok sibê û dusib li cihê xwe rûnên ku nikaribin dawa tu tiþtî bikin.
Dema mirov li dîmenê dinhêre ku di þexsiyeta Berîvan’a 15 salî de bi hezaran zarokên me kurdan hatine girtin, binçavkirin. Û sezayên herî giran li wan hatiye birîn. Dev ji seza berdin ku ew zarokên ku belkî hîn ji dê û bavên xwe tu sîle ne xwaribin, bi jopên û destên gemarî yên pergalê tên îþkencekirin. Û derûniya wan bê çewa tê xerakirin.
Eger em berî her tiþtî weke mirov li ber van dîmenan destê xwe têxin bêrîka xwe û bigerin li sikakan û li qehwexana rûnên, bawerbin ê di pêþerojê de dîroka mirovahiyê tifî ser çavên meke ku em hew karibin pêþiya xwe bibînin.Em ê li çongên xwe xin û bibêjin:
─ Zarokbûn zarok jî çûn..! Lê heta em lê hayî bibin ê pirr bi derengî ketibe.
Rêdûr Dîjle (Cîhan AYDIN)
Bismil
06.02.10