Vaye þevek din qediya
Heyveron winda bû
Û stêrk xuricîn..
Fecra sadiq dipêm
Lê fecr ne sadiq e..
Derewîn e ya ku dertê..
Li aliyêkî þevê dijîm,
Lê hêj çavnêriya fecrê dikim..
Bi hêviya ku ya sadiq derê..
Ez rêwiyê wersiran
Peyrewê dilketiyan
Warisê xemkêþa me îþev..
Bendewarê ronya xêrê
Hêvîdarê rehma jorê
Dildarê xwezî bi gorê me cardin..
Þevên me mîna jangeha ne
Ruh disincirînin, diþewitînin
“Þeva zulmat û deryayê
Ji mewcan qet xeber nayê
Þikestî keþtiya bayê
Ecacê wê þefeq dayê
Ji rojan mah û salê ma
Nehat der þiklê falê ma
Kuca danendê halê ma
Sibikbaranê sahilha”
Di þevên bêdeng û zulmatê de
Bîrkirin û bîranînê hizir dikim
Xem û keser li min peyda dibin
Di þûna kêfxoþî û þanaziyê de
Pêlekê diçim seyrangehê
Rastî gotinên sêhrîn
Yên li ser muhbetê têm:
“Aþiqê sadiq ewe ê ku di rêya dilberê
Ger ewî bînin bi ker kin neþkêne peymaneyê
Karê þem’ê her þewat û muhbet û sohtinî ye. ”
04:18
25.12.2009