
Ez bi zimanê dayika xwe mezin bûm
Û çîrokên dapîra min
Li malan, li kolan, li her derdoran;
Ez bi sitranên zimane xwe mezin bûm
Wek zarokên binav li kolanan
Wek çûkên azad li ezmanan
Wek hezkirina dost û yaran
Ez bi kilamên zimanê xwe mezin bûm
Di cîhanê de wek þeþ hezar zimanan
Xwediyê çand, dîrok û huneran
Li ser axa welat bi hezar salan
Bi xwediyê ziman û destanan
Hebûna jîyana min de zimanê min
Zarokbûna min pêþeroja min
Jîyana min bi te xweþ
Her tiþt bi te hat afirandýn zimanê min !
Min mêjiyê xwe de biryar da
Biryara Ehmedê Xanî
Biryara Feqiyê Teyran
Li xeyalên min, li xewnên min
Li ser ziman hat nivîsandin helbestê min
Hêviya min a mezin tu bû zimanê min !