Malper
 Helbest
 Çîrok
 Gotar
 Dîrok
 Gotinên Pêþiyan
 Pirtûk
 Ziman
 Qerf û Henek
 Pesn û Rexne
 Hûn Jî Biþînin
 Arþîv
 Pêwendî
Nivîskar
Mehmet Çobanoglu
Megrî dayê megrî!
Dilêr Zana
Pênûs
Teko Bêkes
Berbejna Melê
Hidayet Arli
Zimanê Min
Yusuf Baði
Þîreta Kalê Nezan
Murad Pola
Hêviyên Piþtþikestî
Alî Demîr
Di Dil
Agîd Heval
JI EVÎNDARÊ DIVIYA
Mam Recall
KARÎN
E-Mail
Þîroveyên Dawî
eware
Hîzan e
mýhemed
EVÎNA DÝL
nf
Harûnreþît û Sitîzibeyde.
Hîzanî
Lava Dikim
azadsiwan
Were!
cemal
Mem û Zîn
cemal
Hêviyên Piþtþikestî
cemal
Zarokbûn zarok jî çûn
yenizemin
Rêyek
mesut derin
xweþdoþin 'ewrên me
ÎRO ÇERXA ÞOREÞÊ, FIREH DIGERÎNE
Zarokbûn zarok jî çûn
نا صر قمر زمان ئاكره يي
Alfabeya Kurdî
ناصر ئاكره يي
Veþartî digirîm
malazgirt
Min Tu Afirand!
serhed
Weþanên Dawî
Hîzan e
Raîfê Bêçare
Tirsê! Pêsîra Min Berde!
Umîd Demîrhan
Tenêtî jî tenê dimîne!
Mujgan Hale Benderî
Ziman Rabû Ser Xwa
Remzi Çakýn
Bavo
Þêro Dalînî
Amed
Yusif Xemgin
Ezbenî
Rêdûr Dîjle
Tu ey însan!
Salih Toksoy
Wêneyên Çar Zindanên Xerîbiyê
Umîd Demîrhan
Megrî dayê megrî!
Mehmet Çobanoglu
Zarokbûn zarok jî çûn
Rêdûr Dîjle
Çiyayê Sîpan im!
Kenanê Nado
Ferhenga Çapemeniya Kurdî - Kürtçe Basýn Sözlüðü ----derket
osman aslanoðlu
Were!
Jandar
Rêyek
HÝDAYET ARLI
Pirtir Þîrove
Mem û Zîn
Ahmedê Xanî
Gazinek Ji Kalê Ser Kopal
Yusuf Baði
Em Jî Ku Hatin?
Bydigi.com
Alfabeya Kurdî
Amedforum.com
Siyabend û Xecê
Dengemed.net
EVÎNA DÝL
Hidayet Arlý
Helepçe
Zelal Hawar
Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Ferhengeke kurdî-tirkî, tirkî-kurdî
Zana Farqînî
Bilûra min a þîrîn
Celadet Alî Bedirxan
Bihar
Mahfuz Yildiz / Nubihar.com
XWE NAS BIKE
Hidayet Arlý
Em Kurd in, Welatê me Kurdîstan e !
Mihemed JIYAN / Beroj.com
Lava Dikim
Raîf Biçare
Newroza Rengîn
Zelal Hawar
EZ ZAROK BÛM
Hidayet Arlý
Pirtir Xwendin
DEM (zamanlar)
Amedforum.com
Alfabeya Kurdî
Amedforum.com
Siyabend û Xecê
Dengemed.net
Zîn
Seyyid Ahmet Kaya / Nubihar.com
Em Jî Ku Hatin?
Bydigi.com
EVÎNA DÝL
Hidayet Arlý
Mem û Zîn
Ahmedê Xanî
Ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Ferhengeke kurdî-tirkî, tirkî-kurdî
Zana Farqînî
Bihar
Mahfuz Yildiz / Nubihar.com
Kêz Xatûn
Dengemed.net
Zimanê Min
Hidayet Arli
Bilûra min a þîrîn
Celadet Alî Bedirxan
Wateya Jîyanê
Hivda Yayýnevi / Hivdayayinevi.com
XWE NAS BIKE
Hidayet Arlý
DÎROKA VEÞARTî
Hidayet Arlý

Hêviyên Piþtþikestî
Murad Pola

Çîrok

                

                  

     Yekbûn/28.04.2009-  Çima her gav rastî van bûyeran dihat? Wî jî nizanibû. Kengî dest biavêta karekî îlam di derekê de tewþiyek çêdibû. Gelek sal berê çaxê ku hê xortekî nû gihîþtî bû, li gel hevalên hevtayê xwe bêyî ku xeberê bide malê, duayê dê û bavê ji xwe re têxe ciriya rêwîtiyê ji welêt revayabûne îçeriyê. Dema li otobozê sîwarbibûn û ji nav bajêr derketibûn kela wî tijî bibû, lê dê dîsa vegeriya. Bi vê dilê xwe aþ kir. Çaxê li tehêla rê dinihêrî çi tiþt û ciyê teze çav pêdiket mîna zarekî teze xeber dide nîþanî hevalên xwe dida, ji wan dipirsî. Bi vê rev û rêwîtiyê wî wetnê ji bindestiyê xelasdibû diçû azadiyê. Lewra ji ber ku nûxiryê diya xwe, delaliyê malê bû.

 

     Loma dê û bavê wî nedihîþtin ji ber çavên wan winda bibe, mîna zarên hevalê xwe rabe here çol û bestan bi têra dilê xwe bigere, bilîze. Tê bêjî êsîrekî li ber destan bû. Her dem dilê xwe diavête halê hevalên xwe û hezdikir ew mîna wan bi serê xwe û serbest be. Lê êdî îro ew firsend ketibû destan, dê ciyên teze, tiþtên nû bidîta, dê xwe berda nav cîhaneke beyaniya rengîn. Yê bixebitiya, pere qezenc bikira, ji dê û bav, xwîþk û birayên xwe re xelat bianiya, ji malê re alav û hacetên nû bikiriya, lê herî pêþiyê dê teybeke mezin a mîna ya kurê cînar ji Stenbolê anîbû bikiriya. Lewra ev bibû keser dilê wî de ma bû. Çaxê mala cînar band diavêtine ser, çi dengekî rind ji mîratê derdiket û kêfa meriva pêra dihat. Dema ku dê ji îçeriyê vegere, der û cînarên li mal kombibûna, dê û bavê wî dê xwe bi kurê xwe qure bikirana. Ewê jî rabûya biçûya cem hevalên xwe, bi kincên xwe yê teze fors bikira. Dê ji wan re behsa wan derê lê geriyabû bikira.   

      

       Lewra berê, çaxê ku xortên diçûne bajarên îçeriyê -stembol, îzmir hwd.- ji xebatê vedigerîn dihatin û þêwr xweþ dikirin behsa wan deran dikirin, di hiþê wî de cîhaneke wisa fewqûlade, wisa bi xeml û rengîn diçilvilî ku nikaribû van hest û ramanê xwe bîne ziman. Gava çav bi kinç, sol û tiþtên ji wan deran dihatin diket, dilê wî dikire kirekir, dilê xwe de dua dikir û digot ka gelo qet rojeke wisa yê bê, ez jî mezin bibim, mîna xelkê, van nûciwanên salixê wan deran didin herime wan deran, wan gul û gulistanan bibînim. Ji kêf û lezeta wê tam bikim.

  

    Her çiqasî heta nika derneketibû rêwîtiyeke ewqasî dirêj jî ne aciz bibû ne jî paldabû. Piþtî rêwîtiyeke dûr û dirêj xwe dabûne vî warê xûrbetistanê. Berê ji bo lê bimînin, bisitirin ciyekî mayînê peyda kirin. Peyre ji xwe re çendekî li vî bajarê xerîbê mezin geriyabûn. Ji dû re her kesî ji bo xwe karek peyda kiribû û dest bi xebatê kiribûn. Ewî jî li gel hinek hevalên xwe di înþaetekê de dest bi emeletiyê kiribû.  

 

     Xebat lê bibû bela, lewra qet jî mîna xelayal dikir rind û hêsan nebû. Sibê zûtirkê radibûn, her kes diçû ser þixûlê xwe û wî jî berê xwe dida inþaetê. Li ber destê hostayê xwe diçû dihat, heya êvarê xêncî danê xwerin û vexwarinê hîç firsenda bihn vedanê tunebû. Loma emeletî jê re pir giran dihat. Ne dikaribû xerç çêke û tevde, ne jî dizanibû destiyê merê rind, bi fesal bigre. Lewma dest û tiliyên wî du, sê rojan de avgirtibûn, bibûne birîn. Kurt û kurmancî ew ne merivê van karan bû. Hostayê wî rojên sifte pê re dengê xwe nedikir û tiþte jê re nedigot. Piþtî çend rojan lê nihêrî ev berdestiya jê re dest nade û bi zar û zimanekî þirîn mesele jê re vegot: 

    -Ronahiya çavên min hela warê li kêleka apê xwe rûnê ez ji te re tiþtekî bêjim.

          Hat li kêleka hosta, li ser kaxizên çîmentoyê yên valabûyî rûniþt. 

    -Keremke apo guhê min li te ye. 

 

    -Lawo wekî tu jî dizanî, welatê me pirê merivan dunav in. Ji wan yek navê wanê rastiye ku dê û bavê wan lê dikin û navê wanê din jî piþtî ku zar mezin dibin tevî nav milet dibin, xelk li wan dike. Ew navana jî li gor xuy û xeyset, zanebûn û nezanî, zîrekî û sistiya wan kesan li wan dikin. Gelek caran jî bûyereke ecêb diqewime û ew ji wan re dibe navê dudan. Ez zef dirêjnekim. A li gundê me jî merivek hebû. Navê wî yê rastî Cimo bû. Lê di nav milet de, piþta wî de jê re digotin Hêko. Cimo merivekî baþ û zana bû. Lê mîrata rêveçûna wî lê bibû bela. Rêyeke seetekê, ew sê setan ancax diçû. Loma mîna mirîþka ku hêk tê de mabe giran giran dilivî û ji ber wê navê wî bibû hêko. Lê þixûlên din de merivekî pir jêhatîbû. A qisa te jî ev e. Tu xortekî baqil û delalî, lê ev emeletî, þixûlên giran ne kar û pêþên te ne. Bi ya min tu ji xwe re þixûlekî sivikê ku taqeta te bigihêjê, tu bi hêsanî bikaribî bikî bigere. 

   

      Ji xwe wî jî dizanibû nikare di vî karî de bixebite û di loqantekê de xebitî. Firaq û folê aþxanê diþûþt. Ew jî nebi dilê wî bû, nerind bû. Ji ber ku bîhna xwerekan zef bû çend rojên pêþîn madê wî hatibû girtin, nan berda nediçû. Don û zihûma firaqan zorekê lê diçû û hingî di avê de diman destên wî pîrotangî dibûn. Lê qet nebe ji karê din hêsantir bû. Dîsa di çend rojan de jiyan li ber çavan reþ bibû. Digot qey ji behiþtê reviya ye dojehê. Bîrya dê û bavê xwe kiribû.

   

    Erê îro êdî ew roja hêvî dikir, li bendê bû û xewn û xeyalên wî xemilandibûn li ber destan bûn, ew li wir teniþta wî bû. Lê ne wisa bû, belê jiyana, cihana hestên wî hilweþiyabû, winda bibû. Ew hestên wî yê xwerû û paqij gemar girtibû. Di vê jiyana tevliheva aloz de her çendî hingî diçû fêrî liv û tevgerê heyata vir bibûya jî, ligel vê gelek hêjahî û nirxên wî yê ku li wî welatê xwe yê piçûkê hê xerab nebibû hînbibû, ji malbata xwe ya durûtî neketibûyê fêr bibû dimehiyan û pûç dibûn. Te digot qey ketiye nav kevêrin aþ, bi her veger û fetla berên aþ ve hinekî dinê hûr dibû û dihate hêran ê.  

   

    Roja nedixebitî serê xwe hilda çû li ber behrê. Li qiraxê behrê dêna xwe da avê, keþtiyên li ser behrê nihêrî, merivên ji xwe re masî digirtin, keç û xortên li ber avê temaþe kir. Niþkêva lê nihêrî merivekî nas li ber re derbasbû. Ev hevalê wî yê zaroktiyê bû. Ev çend sal bûn mala wana ji welêt barkiribûn hatibûne wir. Lê wî hevalê xwe naskiribû. Bi dengekî gazî kirê; Keleþ! Hevalê wî rawestiya û li der dora xwe mêzekir, tu kes nasnekir. Çaxê kir ku here dîsa wî gazî kir, erê xweyê deng naskiribû. Xwe avêtine hemêza hevdu. Li ser kursiyê qiraxê deryayê rûniþtin. Hal û hewalên hevdû pirsîn. Rojên berê anîn bîra xwe. Li vê derê xencî diya wî her kes dixebite. Herdû xwîþkên wî di konfeksiyonê de dixebitin, kekê wî þofêriyê dike, bavê wî di fabirqeyekê de begçî ye, zarên piçûk diçine mektebê û ew jî di pazarê de textekî wî heye li ser kincan difroþe. Îro naxebite. Hevalê xwe yê zaroktiyê hilda bire malê.  

  

     Taxa wan hema mîna ya gundê wan bêpergal e, pirê wan jî kurd in. Ne rê, ne kuçe û ne jî kolanên semtê wan bi rêk û pêk in. Kifþ e li vê derê jî bê xwedî ne. Mal hema mala berê ye. Lê ziman, deng guherîne. Xêncî herdu kal û pîra, yên din tenezûlî kurmancî nakin. Bi wî re tirkî xeberdidin. Xwedê kirî ev çend mehe li vê derê ye, tirkiya wî jî hinekî baþ bûye. Naxwe yê li cem wan gundiyên xwe þerm bikira.   

   

    Êdî têderxistibû herdem xeyal, hêvî û rastî bi hevdû nayên. Ketibû ber bayê çend hevalan, hinek pesn û çîrokên nerast û bibû rêwiyê vê rê. Rêya ku tijî kelem, asteng… Lê gotî ceribandinên vî cûrî pêkbên ku meriv bikaribe fêr be, bikemile. Qedrê welat, hebûn û hêjahiyê xwe bigire. Loma bav kalan gotibûn; “kevir li ciyê xwe giran in.” Dema meriv bikeve ber destan, hewcî xelkê be, li destê wan binihêre dibe serhevda serê gelê xwe û pêkeniyê xerîban. Êdî dizanibû warê xelkê ji merivan re nabe war.  

   

     Rojên wî yê li vî welatê biyanî yê bê serî û bê pergal jî weha ew ligel keseyatiya wî ya tenika hê rind necebirîbû hûr dikir dipirçiqand. Kengî ji bin barê giranê kar derketa ji bo hinekî bîhnvede xwe berdida kuçe û kolanên vî welatê mezinê ku te digot qey niþtecihên wê bi qasî ku ji hevdu xerîbin ewqasî jî ji hevdu re neyarin. Piraniya merivan þixûlên xwe bi vir, sextekarî û bêbextiyê digerandin. Ne karmend ne jî karkir karê xwe durist pêk dianî. Her kes di hêla xwe de li benda xwetakirin û xapandina yê din bû. Bi çavê neyarî li hevdu dinihêrin, her kesek ji yê din dikete þikê, heskî hevkar be heskî jî cînarê hevduyên salên dûr û dirêj bin jî bi hev emîn û ewle nedibûn. Dema di navbera gelê ku her ferdekî wê ji yên din cûda, her cûre meriv têde hebûn de digeriya bîhna wî hê tengtir dibû û diçikiya. 

   
    Gava ji gerê vedigeriya hê bargirantir, sewtketî û westiyayîtir dibû. Bi bendewariyeke din berê xwe dida hêla hevalên xwe yê hevrêyê vê rêwîtiya berve bi bîra bêbinî. Lê ji wir jî bêhêvî û çok þikestî difetilî. Ji lewra vê axê rengê xwe dabû reng û rûçikê wan hevalên wî yê berê yê nûbeyanî. Durifê wan jî qulipîbû li ser yên merivên vê derê. Bi zimanekî beyanî diaxivîn, bi nêrîneke neyarî dinihêrîn û bibûne koviyên daristana vê þaristaniya ne medenî...        
 
 



Þîrove
cemal

jiboni hewaltýyan berý

© Yekbun.com