Bi awirên bêwate li min menihêre
Evîna min negotî, pirsên min veþartî, hestên min dewisandî mehêle
Bi nermi li min binihêre
Ku derkevin hole hemû veþareyên min ên ji bo te.
Awirên min qerfok, çavên min bi girî, hestên min nermijî,
Dilê min vala mehêle
Ku hesteke esîl tehm bigire li ser zimanê min.
Hêviyên min meþikêne
Hêsrên min bila toz negirin û ji ber evîna ta negirîm
Min bi jîndarî û xweþî hînî axa mirinê meke
Du tayên porê xwe yê kuriþk dîyariyî min bike
Ku ez li vî bajarî bêyî xewnên xwe tiktenê neminîm.
Min bi çirûskên çavên xwe sermest bike
Ku ez bi dizî nefikirim
Di mewijkên çavên te re di kûrahiya dilê te binêrim
Wek kuliyên berfê yên ku bi bengîtî diweþin ez xwe li ber dilê te dim
Pêta dilê xwe ya bêhempa bavêjim rehên dilê te
Ji nû ve vejînim giyanê evîndara xwe
Ji bo ku stêrkên me li ezmanan beranberî hev biçirûsin
Ji bo ku evînên cîhanê bi bêhna evîna me bimehin.
26.12.2008