Di gundekî de malbateke ker û lal hebû û ev malbat deyndarê kesekî bûn. Di roja cejnê de xwediyê deynan biryar da ku here serdana vê malbatê. Serê sibehê deyndêrî li derê deyndarî xist ku cejna wî pîroz bike. Dema ku deyndarî derî vekir deyndêrî wiha got:
“-Îda we bimbarek be. Min îro qerar da ku pêþiyê bêm îda we û li halê we mêze bikim. Min got dibe ku ihtiyaciyeke te hebe. Þerm neke, heke ihtiyaciya we hebe ez hinek pereyên din jî bidim te. Êdî ecele jî neke, kengê bi destê te ve hat, deynê xwe bide.”
Ji ber ku deyndar ker û lal bû vegeriya cem jina xwe da ku ji deyndêrî re wiha bibêje:
“-Ma qiyamet rabibû ku di vê sibeha îdê de tu hatî ber deriyî û deynê xwe dixwazî? Tu çi mirovekî kêmfirsend î.”
Ji ber ku jina deyndarî jî ker û lal bû ew jî çû cem keça xwe da ku ji bavê xwe re wiha bibêje:
“-Tu çi mirovekî ecêb î! Hê xelqê derê mala xwe paqij nekiriye. tu di vê sibeha zû de dibezî min û xwarinê ji min dixwazî. Ma niha li kîjan malê xwarin hazir bûye.”
Ji ber ku keça malê jî ker û lal bû wê jî rasterast berê xwe da pîrika xwe da ku ji diya wê re wiha bibêje:
“-Ma min ji kîjan xwezgînî re gotiye na. Ji dê û bavên min re bibêje ku ew bi dilê xwe ne. Ez layîqî kê dîtime ez nabêjim na.”
Ji ber ku pîrik jî ker û lal bû û dergûþ dihejand di ber xwe de wiha got:
“-Çi borebora we ye di ser min de. Bizanibin ku min li kîjan malê dergûþ bihejandana dê gezek nan biavêtana ber min.”