|
|
|
ÞÎRETEK MÛSEWÎ -3 Mam Recall
Dîrok
Gelê Kurd, Bi dahol,zirne û defên xwe,pêþwazîya Memê û Zînê dikirin. Xelekên govendê ewqas zû pêkdihatibûn ku,mirov nedikarî wan xelekan bihêjmarîne. Kurdan,di destên þehîd û mezinên xwe da,bi govend kiþandinê,wate ya wê rojê pîroz dikirin. * * * Rewþ û dîmena rêxistinê,baþ û balkêþ xuya dikir. Tilîlîya Delîlê,wek ewr didirandin. Ji ber sedem û tesîra dengê wê,him Kevok vedigerîyan û him jî,ji ezman pel dibarîyan. Erê ! Wê gavê,ji hêla Xudê da,pel dibarîyan.. Pelên gulan.. Gulên kesk,gulên sor û zer. Hêdî hêdî dihatibûn xwarê.. Yek bi yek dadiniþtin ser mîlên Zînê û Leyla yê. Þal û þepik,xeftan û fistanên gelê min,bi pelên gulên rengîn dihatibûn xemilandin. Û Kevokên spî,ji dilê min merhemet pars dikir û lêborîn dixwastin. Bi firîn û lîstîkên xwe,wek poþmanbûyîna xwe dianîbûn zimên. Ji nûve û carek din diketin dilê min. Îcar,bênavber û ebedî. * * * Makînistê me,li bogira min rawesti û wiha digot: “Hayirdir, ne oldu Kaptan? Deniz ayni deniz, orman ayni orman be birader ! Yani herþey her gunku gibi yerinde duruyor. Kaç saattir ayni manzaralara bakiyorsun. Haydi toparlan.. Gitmek için, yolcular da, biz de haziriz.”
Wate: Xêre, çi qewimî Qaptan ? Gelo ! Derya eynî derya, daristan eynî daristan e. Yanê her tiþtek, wek her roj li þûna xwe ye. Çend seetin (demjimarin) tu temaþeyî eynî dîmenan diki. De êdî xwe amede bike.. Ji bo çûyînê, em jî mêvan jî (rêwî) amedene. * * * Bi dengê Hemdî, xewn û xiyalên min,bi temamî hatibûn hilweþîn.. Çi bikim gelo? Ji hêlikêda kalê Mûsewî,ji hêla din makînist Hemdî,û ji alîyê din ve,Þeytanê kûr.. Û bi neçarî,dirêjî Xudê bûbûm.. Rebîyê min: Sebrek mezin kerem ke. Van hersê zindî yên te, roja min tarûmar kirin. Yan ji van bi dûrxine, yan jî biparêze.! AMÎÎÎN. * * * Em vedigerîyan Antalya yê.. Min him karê xwe dikir,û him jî temaþeyî mêvanan. Wê gavê, þîretvanê min ji nevîya xwe hezdikir. Min jî,þîretên wî dubare dikirin. “Êdî vana bihêlin û ji hevdû hezbikin lawo.. We kengî ji hevdû hezkir,hûn hingê dikarin xwastinên xwe bidestxin.”
Mam Recall Mamoste.kart@yahoo.com
|
|
| Þîrove |
|
|
hakan
gelek sýpas jývere jibo xebatave serkeftýn xuda jýve razibe
|
|