|
|
|
RECALÊ EYÞO Mam Recall
Helbest
Li sal a 1954 an, Þevek sêþemê, li gundeki Haymanê.. Ew þeva ku ! Pêxemberê dawî yê, Mihemed Mistefa jî, hatîbû Dinê.. Dayîka min, Hec Eyþo jî, ez anîbûme Dinê.
Bavê min rehmetî, Þiho yê Bekirê Oxçî, miroveki sofî bû.. Ji ber wê hindê, Navê Cenabê Pêxember, dayî ye min. Lewma bûyî me Mistefa.
Wan dixwast, ez bibim Mele, Yan jî Miftî.. Ji bo wê, Ez diþandim, Mizgeft û Qursê.
Li Mizgeftê, mele yên gund, Li Qursê, apê min Hec Nurî.. Me Erebî û Quran hîn dikir. Lê, min wek Kalê xwe, Bekirê Oxçî, Ji Din û Mizgeftê, heznedikir.
Wan digot: Kelam, Min digot: Kilam. Lo lawo! Bixwîne.? Bibe Meleyeki hêj, Min digot: Na, ezê bibim stranbêj.
Apê min rehmetî, xiret dikir, Min biþîne Cinetê. (Behiþtê) Liwir, tevî Hûrîyan bibim, û bi kêf bijîm.. Lê, min bêarî bawer nedikir.
Çavên min, herdem li Qazînoyan bû.. Gelo ! Ezê çawa bibim, Nurî Sesîguzel.. Çawa porî xwe, wek wî þeh bikim ? Çawa qatî kincên reþ, li ber xwe bikim ? Û çawa yaxên êþlikî spî, Li ser yaxên çakêt da berdim.. Û bi kîjan awayî, mikrofon bigirim ?
Helbet, ne tenê ez bûm.. Elî, Reco, Ezed, Mecît, Mille û Îdris jî hebûn. Tenê Ezed çû Hec, þeytan kevir kir, Lê, yên din, hema hema wek min bûn.
Ez nebûm Mele, ne jî Miftî.. Hûrî jî, ji dest min çûn, Ji bo hewesa Nûrî.!
Eger, Xwedê hezbike., Carek din, werim vê Dinê ? Ezê bibim Îbo, nabim Nûrî.. Bi vê yekê, Cinet û Hûrîyan livir bibînim.. Bi rastî û bi xweþî.!
Mam Recall / U.S.A. mamoste.kart@yahoo.com
|