|
Gotar
|
|
|
|
Zarokbûn zarok jî çûn Rêdûr Dîjle
Tiþtê ku bavê min behs dikir, ez ne xeletbim dora salên 1970yî wan bû, ku kurê apê bavê min, Rifhet ketibû hepsê. Rifhet mirovek pirr dilxerap, dilreþ û dexes bû. Ji ber dexesbûna wî hefsera wî nikaribû bi rihetî biçûna cîhekî jî. Dema jinika reben biçûna cîhekî Rifhet heta jinik bihatana malê ji xwe re hejmaryariya derewiyê, dilxerabiyê û dexesiyê li ser dikir. Ji jina xwe re digot, nizanim te li filankeso nihêriye, nizanim te awir dane filankeso, filankeso awir daye te, nizanim dema tu dimeþî xwe dihejînî û hwd. Û têra dilê xwe li jinikê dixist. Bêbelheq û belasebep.
|
|
|
Cejna we pîroz be/Roþanê þima mibarek bi.
Em cejna hemû misilmanên dinyayê û bi taybetî jî ya milletê xwe yê bindest pîroz dikin. Em hêvîdarin ku dê cejnên em di nava þahî û azadiyê de bi govend û dîlanan pîroz bikin jî werin.
Êþ û jana hatiye kiþandin, dê wekî xwêþî û qencî li ser gelê me bibare.
Ma roþanê heme muslumanan, bi taybet, roþanê miletê xo pîroz kenî. Û ma hêvîdar î ke roþanî bibî wesîleya aþtî, aramî, huzûr û silametîya mîyanê miletê kurdî û heme miletan de.
Rêvebiriya Yekbûnê
|
|
|
Demoqrasiya Cegerxwîn Narîn Omer
Gelek nivîser û lêkolîner li ser pirtûk, helbest û nivîsandinê dahenerê helbesta kurdî ya resen seydayê Cegerxwîn nivîsandine, Belê ew helbestvanê ku di çerxa bîsatan de berz û bilind bû, û hîn jî em li ser þopa wî diçin, û û dikevin bax û bustanên helbestên wî ku em bi surra bayê dahênana wî geþ dibin, teqez ewê bimîne mînaka, dahênan, rêzanê gel, û bavê diloivan ku niha ezê aliyên çirûskên ji jiyana wî biaxêvim, û diyar bikim:
|
|
|
Melayê Cizîrî û Edebiyata Wî Wehbî Vural
Melayê Cizîrî, helbestvanekî kurda yê giranbuha ye. Ji bo ku em qedr û qîmeta vî cewherê xwe bizanibin, emê pêþiyê behsa girîngiya zimanê zikmakî bikin. Paþê ji emê kurtejiyana Melayê Cizîrî û kesayeta wî ya edebî bînine ser ziman.
|
|
|
Rihspiyê Kurd Ber Bi Ebediyetê Meþiya!
Neviyê Þêxê Þêxan, Kurê welatê wêran, Xemxwarê niþtîmana dêran,
Dertkêþê netewa bê saman, Çû ber rehma Yezdanê Dilovan.
Serê Milletê Kurd Sax Be
|
|
|
Cejna We Pîroz Be
Cejna Remezanê li miletê kurd û hemî gelên bindest pîroz be.
Em hêvîdarin ku ev rojên mubarek, bibine wesîleya xweþî û aramiyê ji bo herkesekî.
|
|
|
Apê Mûsa (Behsa Jiyana Berê) Yûsûf Dozen

Yekbûn/10.09.2009- Apê Mûsa, zilamek temenê wî 80 tê sal, li herema Mêrdînê gundekî axa dijiya û gelek feqîr bû. Demekê rê ya min bi gundê apê Mûsa ket, ez çûm ku Apê Mûsa û pîra jina xwe li ber dîwarê xwe, ber sîha essir rûniþtîbûn. Çûm min silav kir û li cem wan rûniþtim, min got apê Mûsa hatime cem te ku tu basa demên berê û jiyana berê bika, ka berê jiyan çawa bûn û çawa derbas dibû...
|
|
|
Qampanyaya Îmzayê
Yekbûn/17.07.2009- Vî çendê dawî çareserkirina pirsgirêka Kurd di rojeva welat de ye.
J bo vê yekê gelek bername, çalakî û civîn têne li dar xistin. Û îdî ji her hêlê ve ji bo çareserkirina pirsgirêkê û bidawîbûna þer dengên nerazîbûnê bilind dibin.
|
|
|
Em Dimeþin! Mihemed Jiyan/ Edîtor
Yekbûn:07.07.2009 -Em rêwiyên wargeheke ne diyar in.
Em dimeþin, bê sekn û rawestan, bêyî hizirkirina bêhnberdanê û lehzeke aram.
Em rêwiyên bê nav û bê nîþan in. Em dimeþin, her û her dimeþin.
|
|
|
Çinarek Sedsalî Çû Ber Rehma Xwedê. Mihemed Jiyan/ Edîtor
Yekbûn/ 21.04.2009 - "Kûllû nefsîn zaîqetîl mewt.” Wisa ferman dikir Rebbê alemê: “ Wê her ruhber mirinê bitamijîne."
Heya ku mirin neyê ber derî, li serê nayê fikirandin û wekî ku wê hîç di ber malê re derbas nebe heyata rojane didome diçe. Bê guman ji ber baweriya dînî em her tim mirinê tînine bîra xwe û em baþ dizanin ku emê rojekê bibin rêwiyê wê rêyê. Xelasî û felat ne mimkune ji vê rêya bê veger.
|
|
|
Name Teko Bêkes
Yekbûn/16.04.2009-Ji serokdewlete DYA yê Barack Huseyn Obama re nameyekek vekirî
Birêz serokomarê Dewletên Yekbûyî Amêrîka (DYA) Rêzdar Barack Huseyîn Obama

Birêz Serokomar! Ji cenabê we yek tika û çend daxwazîyên min hene, weke té zanîn cenabé we di sala 2008an di heyama hilbijartinên serokatiyê de, di çend civînan de we soza pêrgîn û bi awakî fermî jî naskirina nijadkujî û karesata ku Tirkên Osmanî di sala 1915de anîn serê gelê File, we ew bêtara bi hêwerekek bilind anîbû rojevê û we gellek hêvî jî dan raya giþtî ya DYA yé û bi taybetî jî ew gotinén zêrîn ku ji devê cenabê we derketin ji bo gelên sitembar û bindest jî bûn navgîna hêviyên mezin...
|
|
|
Jinên Kurd û Îslamiyet Zelal Hawar
Yekbûn/ 29.03.2009
-Xwedê, jin ji hestiyê parsûyên mêra afirand.
-Ji lingê wan neafirand, ji ber wan neperçiqînin.
-Ji ber xwe çêtir nebînin, ji serê wan neafirand.
-Lê ji sîngê wan afirandiye, ji ber ku beramberî hev bin.
-Hinek ji bin destê çengê wan afirand, ji ber were parastin.
-Û di rêza qelb de hat afirandin, ji ber were 'hezkirin'...
|
|
|
NEWROZ BI XÊR HAT Wehbî Vural
Îsal jî cejna newroz ê bi xêr hat. Di diroka gelê Kurd de newroz cejneke pir watedar e. Newroz roja nû ye, mizgînîya bihara azadîyê ye. Agirê newrozê tarîstaniyê rohni dike, dilê mezluman geþ dike. Newroz tê wateya têkoþîna li dijî koledariyê, îfadeya hebûn û gelemperîbûnê ye. Pêwiste em her dem, diroka newrozê bi bîr bînin, li ser wate û giringîya wê hûr û kûr bifikirin.
|
|
|
Navdarên Kurdistana Bakur Þakir Epözdemir
Hemî welatên dinyayê, navdarên xwe di nava dewlemendiya xwe ya çand û zanînê da diafirînin. Navdar jî bi nav û nîþan û kiryarên xwe yên berketî, welat, gund û bajaran bi nav û dengên xwe yên rûmetmedar dixemilînin.
|
|
|
Silav dostên hêja Rêvebiriya Yekbûn.com
Silav dostên hêja.
Me ji ber sedemên teknîkî navber da weþana xwe. Pirsgirêkên teknîkî yên Serwera ku Yekbûn. Com li serê ye çareser nebûn. Dema ku me malûmatên xwe ji Fîrma serwerê stend hin problem derketin holê. Ji ber vê yekê Malpera me demekê girtî ma. Me dîsa malûtên aîdî databeya malpera xwe bi dest nexistin. Em mecbûr man ku bi yên di yedekê de weþana malpera xwe bidomînin. Ji nivîskar xwendevanên me yên ku nivîsên wan kêm bin, dikarin ji mere biþînin.
Digêl silavên germ.
Rêvebiriya Yekbûn.comê.
|
|
|
Helbestvanî û helbestvan Ehmedê Huseynî Nîzamettîn Akkurt-mehname.cjb.net
Di qonaxên kevin de hêza hunera helbestê bi rêpîvanên fonetîkê ve dihate pîvandin. Çendî ku di hunera helbestê de ramana ku tê der cihekî girîng girtibe jî, bingehîn xala hêzê timî ew rêzepîvan bûne. Di hunera helbesta klasîk de ev yek li pêþ bûye. Yanî mijarên weke qafîye, pîvan, redîf û yên din weke sîstema pîvandina hunera helbestê hatine pejirandin. Ka helbesta mijara gotinê xurt e yan na, bingehîn haletê pîvandinê ev bûne û helbest bi gora radeya van pîvanan qelafetê xwe daniye holê. Heta di hinek helbestan de ev pîvandin ewqas bipêþ ketiye ku, bûye sedem ramana helbestê gelek li rêza paþ bimîne. Weke mînak mirov dikare pîvana arûzê bide. Ev pîvan qalibek e. Piranî jî ji wêjeya erebî derbasî derdorê bûye. Bandoreke mezin li ser wêjeya gelên li Rojhilatanavîn kiriye. Wêjeya kurdî jî para xwe jê girtiye. Weke vê hinek pîvanên din jî hene.
Helbesta klasîk a kurdî ji gelek aliyên xwe ve di bin bandora helbesta klasîk a ereb de maye. Ji ber vê çendê hemû pîvanên hiþk û rep ên helbestê di xwe de weke xwezayî hewandiye.
|
|
|
ÞEVA BI EVÎN Û HÊVÎ Agîd Heval
Roj roja yanzdehê sermaweza du hezar û heþtan bû, seet bîst û didu bû. Þev bi xof û tirs bû; lê ronahî hebû Lê eyam ne sar ne jî germ bû, bi tenê aram û hênik bû. Bayê xerbî hênikayî dibarand çavên me. Ez û evîndara min a platonîk keçika cindî û sipehî di wê þeva bi xof û tirs de çûn serdana Goristana Garîpler a Wanê; lê belkî min nedixwest ku ez biçim goristanê. Lê bayê dilê evîndara min a platonîk keçika cindî û sipehî ez dikiþandim goristana Garîpler a Wanê. Ez û evîndara min a platonîk keçika cindî û sipehî li nik kêlika gorekê digel hev rûniþtine; lê ez nas nakim bê ka yê ku di gorê de ramedî kî ye; lê pewist jî nîn e. Tenê ez dizanim ku bayê dilê evîndara min a platonîk keçika cindî û sipehî min ber bi wir ve dikiþîne. Lê dil dixwest ku wê þeva bi xof û tirs hembêza xwe li evîndara xwe re vekira. Lê dil ditirsiya.
|
|
|
Nivîseka berî pirtir ji 25 salan li ser Mela Mehmûdê Bayezîdî kulturname.com
Nivîskar: Yevgêniya Vasilyêva Werger: Têmûrê Xelîl
Zanyarê kurd û xebatkarê civakê yê bi nav û deng Mela Mehmûd Bayazîdî sala 1797-ê li bajarê Bazîdê (Bayazîd) ji diya xwe bûye. Di xortaniyê de wî Quran xwendiye, di nav edebiyata bi zimanên erebî, farisî û tirkî de kûr bûye û zimanên wan bê qisûr zanibûye.
|
|
|
Ji bo girîngiya zimên, rola Yekbûnê û sernivîskarê nû yê malperê! Mam Recall
Gelî xwendevanên delal, Her çiqas xwedan an jî xwedanên yekbun.com'ê nasnekim jî ez di dilê xwe de ji bo du sedeman cihekê taybet didime vê malpera birûmet. A yekemîn: Nivîsarên min ên li ser dîrokê û helbestên min, cara sifteyê (pêþîn) di vê malperê de hatibûn weþandin. A duyemîn: Yekbûn bi ferheng û nivîsarên xwe yên bi qîmet û biha ve xizmeteke hera mezin pêþkêþî gelê me dike. Bi vê yekê jî çanda me ya windabûyî derdixîne holê. Ji ber vê yekê dixwazim spasiya hemî xwendevan, alîkar, xwedan û nivîskarên yekbun.com'ê bikim.
|
|
|
Yekbûn Xwe Ji Nû Ve Pêþkêþî Xwendevanên Xwe Dike! Umîd Demîrhan/Edîtor
Hevalên hêja, Her wekî me di gotara xwe ya pêþîn de jî gotibû heta ku ji destê me were em dê teþeyeke nû bidin malpera Yekbûnê. Heke hûn jî pê hesiyabin hûn dê bibînin ku beþa pêþîn a helbestan giþt hatine sererastkirin. Dibe ku hin helbestvanên me êdî helbestên xwe nas jî nekin.
|
|
|
Yekbûn xwe diguherîne û asta xwe ya hunerî bilindtir dike, wê biþopînin! Umîd Demîrhan/Edîtor
Hevalno merheba,
Di destpêkê de divê ez spasiyên xwe pêþkêþî xwedî û koma weþanê ya malpera Yekbûnê (her wiha hevalên alîkar) bikim ku ez layiqî edîtoriyê dîtime. Heke ez bikaribim bi vî karî rabim ez dê þanaz û bextewar bim. Lê heke ez nikaribim tu guhertineke þênber li naverok û þêweyê malperê zêde bikim berpirsiyarê kêmasiyê tenê ez im.
|
|
|
Li Kurdistanê Xela û Koçberî Mihemed JIYAN / Beroj.com
Dema ku em biçûk bûn mezinê me ji me re qala zemanê berê dikirin. Digotin: Di zemanê me de Xela hebû, nan bi destê kesî ne diket ku bixwin. Xelkê ji birçîna hema çi diket ber wan dixwarin, li xweþbûn an jî bi tam bûna wî tiþtî nedinerîn. Lewra armanc tenê saxmayîn bû, xelk ji bonî ku ji birçîna nemrin û li ser piya bimînin çi tiþta dihat xwarin lê texsîr nedikirin.
|
|
|
Her ku sêv diaxive Mehmûd Badilî / Xwendevanê Yekbun.com
Her ku sêv diaxive ez di cihê xwe de dilerizim
|
|
|
Xwe Nûkirin Suna ACET / Rojhilat.net
Mirov xwediyê nefsekî ye ku divê were îslehkirin. Dem her ku diçe di mirov de guherînekî çêdibe. Ev guherîn carna ji alî baþiyê xwe nîþan dide. Carna jî ber bi xerabiyê ve diçe. Ev guherîn di destê mirov de ye. Li vir xwenûkirin dikeve navber. Lewra mirov xwe, nefsa xwe berde, wê dem bi dem ji eslê xwe vegere. Ji ber vî yekê ye Qasidê Rehman (s.X.l.) me mirovan di vî alî de wusa heþyar dike:
"Ê her du roja wî wek hev e, di xesarê de ye."
|
|
|
di heqé kelimén nu Resul Þemirxî / Xwendevanê Yekbun.com
|
|
|
Helepçe û Newroz Mihemed JIYAN / Beroj.com
Ey Helepçe ! Heke Xweda bi ferîþteyên xwe yî nîþankirî ne hatibe hawara te, tu bizanibe ku Wî ev alîkarî û xelat ji rojeke diyar re hiþtiye!
Ey Helepçê! Ey warê sosret û gosirmeta, bajarê kuþtî û birîndara, ey navenda xezebê, cihê kul û êþ ê?
Xweda di Qurana xwe de soz û peymanê dide me, bi mezinahiya navê xwe sond dixwe û ehdê dide me, dibê: " Ezê tola mezlûma ji zaliman bistînim û ez Ah û nalînên belengaz û jara tu carî bê bersiv nahêlim". "Dema ji zaroka ku bi saxîtî dixistne gorê, bête pirskirên: Gelo ji ber kîjan gunehî hate kuþtin? "( Tekwîr: 8-9)
|
|
|
Edaleta Îlahî û Rewþa Kurd Mihemed JIYAN / Beroj.com
Edaleta Ellah teala ewqas bêkêmasî/mukemmel û hêja ye ku dema meriv derheqê edaleta wî de tiþtekî dixwîne an jî dibihîse mirov mest dibe, heyran dimîne. Edaleta Ellah teala bê þik û guman bêkêmasî ye, ango tu kêmasiyê ku pêdiviya meriv pêçêbibe di edaleta Ellah teala de tune, di edaleta Îlahî de her tiþt bi rêk û pêk û tekûz e.
|
|
|
Di Xêran De Pêþbazî Merve Esmer / Rojhilat.net
Xweda Teala di Qur'anê de ferman dike"…Êdî di xêran de pêþbazî bikin."(Maîde-48).
Ev dinya ciyê azmûnê ye. Divê mirov herdem bi vî destûrê tevbigere. Ango li vî dinê her dem ji bo vî azmûnê bi awayek xweþ derbas be, divê kiryarên baþ deyne holê. Û dema van kiryarên baþ deyne holê, bi awayek pêþbazî bi dil û can tevbigere.
|
|
|
Hawarî Zekiye ERÝNCÝK / Rojhilat.net
Kevneþopiyên her gelî ji hev gellekî cuda ne. Dema tiþtek bête jiyîn, bûyerek were serê merivan, tiþtên divê bête bicîanîn, cudatiya kevneþopiyan baþtir derdixin holê. Di vê nivîsê de em dixwazin qala kevneþopek li Kurdistanê tê jiyîn, bikin. Wexta merivek jiyan ji dest bide, hewariya (hezîn) wî çawa tête kirin? Lêzim û cîran çawa diçin alikariya hev? Roj bir roj taziye çawa berdewam dike? hwd… Gava em vana qal bikin, dê bête dîtin ku Gelê Kurd ji bo hev çiqas fidakar in, çiqas alîkar û piþtgirê hevdu ne.
|
|
|
Em Kurd in, Welatê me Kurdîstan e ! Mihemed JIYAN / Beroj.com
Ji çêbûna dîroka mirovahiyê û heyanî niha hinek xalên bingehîn hatine peyitandin ku ew xal ji hêla herkesî ve wekî distûr hatine pejirandin. Mirov dikare ji wan xala çenda wiha bi lêv bike:
Yek; Mirov, di hilbijartina dê, bav, ziman, nijad û neteweya xwe de ne azad û serbest e, ev hêman ji dervayî fikr, raman û erêkirina mirov di nava mere de bi cih dibin û kesayetiya mirov jî ji van hêmana pêk tê û dertê holê.
|
|
|
Neyartiya Zimanê Kurdî û Seîdê Norsî - III Þêresiyar NOREÞÎNÎ / Beroj.com
Seîdê Norsî hemû berhemên xwe bi zimanê serdestan nivîsîn û piraniya temenê xwe jî di ber xwestekên wan de derbas kir. Di dawiya emrê xwe de xwest ku li welatê bimire, hat û li welatê xwe mir. Lê tirkan dîtin ku tirba wî dê kurdan bigihîne hev, demildest tirba wî jî binevat kirin.
|
|
|
Neyartiya Zimanê Kurdî û Seîdê Norsî - II Þêresiyar NOREÞÎNÎ / Beroj.com
Seîdê Norsî di jiyana xwe ya xortaniyê de wekî feqîhekî jêhatî û bijarte derdikeve pêþ. Paþê jî ji hin seydayên xwe re seydatiyê dike. Di jiyana xwe ya pêþîn de tevî cenga ûris û osmaniyan dibe, di yekê de dîl dikeve, ji vê rewþê rizgar dibe û bi ser Ewropayê re vedigere Stenbolê, filan û bêvan...
|
|
|
Meþa Ýdeolojik dý Zýman dý Nabý Cemil Çýnar / Xwendevanê Yekbun.com
|
|
|
Neyartiya Zimanê Kurdî û Seîdê Norsî - I Þêresiyar NOREÞÎNÎ / Beroj.com
Di qadên zanistî de divê sala 2008'an a mîladî bibe sala ji nû ve darizandina Seîdê Norsî. Divê ev darizandin ne ji aliyê tirkan ve, lêbelê ji aliyê kurdan û gelên din ve bê destpêkirin. Ez heta niha li ser sedemên biþaftinê yên di nav kurdan de dixebitîm û min dixwest ku ez hiyerarþiya vê karesatê biferisînim. Wekî þahid û guwahê sedsala xwe, diviya bû min sedemên biþaftinê yên di nav kurdan de derxista holê. Gelo sedemên biþaftina zimanî û çandî bi destê wêjenasan an jî bi destê desthilatan ve hatibû pêkanîn. Ez gihame wê ramanê ku biþaftin rasterast bi destê dîndaran û ji aliyê zanayan ve hatiye destpêkirin. Her wiha ez pir ramiyam gelo encamên avakirina Medresetuzzehraya Seîdê Norsî çi bûna? Gelo dema ku mirazê Seîdê Norsî di çavan de ma, ev ji bo pêþeroja kurdan qenc bû an xirab bû? Gelo zirar û ziyana ku Seîdê Norsî da zimanê kurdî bi qasî yên Ziya Gokalp û Yaþar Kemal hebûn an ne? Gelo di biþaftina kes, kom, sazî, dezgeh û rêxistinên kurdan de rola vê biþaftinê çi bû?
|
|
|
Cejna Welatekî Azad û Serbixwe Sefîn / Beroj.com
Xweda, em Neteweperwerén Kurd di ev roja pîroz de hin xwastinén xwe pêþkêþî te dikin...
Xweda;
Rihé ew kesén ji ber tekoþîna azadîya welaté xwe jîyan û bedena xwe qurbana gelé xwe kiriyan þad bike. Bila hésrén þadîya ev kesén pîrozîyan ji jor ve dilop bike wekî rehma te li ser me û axa me ku em bikaribin jîyaneka nû li ser bedena ew ezîzan biafrînin...
|
|
|
Neteweperweriya Me Mihemed JIYAN / Beroj.com
Ne em diþibin kesî û ne jî kes diþibe me. Em tev li angorî xulqiyeta xwe tevdigerin û em ji destpêka dîrokê û heya niha her wekî xwe ne. Çiqas dem, roj, meh , sal û heyam jî derbasbûbin em dîsa xweyî eynî exlaqî ne.
Li gor hineka ev qedera me ye, li gor hineka em musteheqê vê rewþê ne, li gor hineka xulqiyeta me wuha ye û li gor hineka jî ne yek ji van e jî; sedemê vê yekê mijî, bîr, hest-pejn, giyan û eqliyeta me ye. Lewra em her tiþt in, lê em ne xwe ne ( Xwebûn). Di nava me de her tiþt mewcûd e, lê mixabin Xwebûn tune.
|
|
|
Ehlê Beyt û Kurd Mihemed JIYAN / Beroj.com
Peyxamberê ummetê Muhemmed (s.x.l) dema ku rewþa gelê xwe didît pir diponijî û xemgîn dibû, xemgîniya wî bê guman ne weke ya me bû, lewra ew însanekî bijarte bû û divabû ku li angorî giraniya xwe tevbigeriya.
|
|
|
Ziman Amedforum.com
Ziman:
Zimanê zikmakî, ango zimanê dayikê, ne tenê navgîneke axaftinê ye; her wiha ramana mirovan e. Zimanê dayikê ji bo jîyandina kesayetî û çanda mirovan, hebûna mirovan a herî grîng e. Kesekî ku grîngiya zimanê zikmakî nizanibe, nikare li hember hebûna xwe, çanda xwe rêzdar be. Zimanê zikmakî, di avabûn û pêþketina nasname û kesayetiya mirovan de rola sereke dilîze. Zimanê zikmakî di têgihîþtina mirov a xwezayê û derûdorê de sedema herî grîng e. Bêyî zimanê zikmakî, ne pêkan e ku mirov bahsa jîyandina çandekî bike, ango bahsa çandê bi xwe bike. Kesekî ku ji zimanê xwe yê zikmakî bi dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûna xwe, rastiya xwe û kesayetî û nasnameya xwe dûr dikeve. Her çandek tenê dikare bi zimanê xwe hebe. Ziman nebe, çand jî nabe. Ziman neynik, nasname û çanda gel e.
|
|
|
Rêbazên Wêjeyê Dengemed.net
Klasîzm
Mînakên pêþî yên klasîzme di çerxa navîn de derketine holê. Di qonaxa Ronesansê de li ser bingehê Yewnana antîk, bi bergeheke mirovanî berhem derketine holê. Ên ku bingehê vê rêbazê danîne Rebalaîs û Montaîgne ne. Wan hewldane ku ramanên weke mejî, hestiyarî, rastîn, pîvan, girêdana rêzepîvanan ku xwemalê Arîstoteles in, gihandine xwendevanan.
|
|
|
Ziman û Çîrok-i Mevlut Aykoç / Tzpkurdi.com
Di welatên ku tê de du an jî pirtir netewe dijîn de, her hemwelatiyê wî welatî hînî çend zimanan dibe. Ji wan yek zimanê zikmakî ye û ew hîn em di zikê dayika xwe de ne bi têgihîþtina dengan dest bi hînbûnê dikin . Piþtre jî em bi guhdarîkirin û axaftinê hînî zimanê rojane dibin. Bi lorîk, stran, çîrok, metelok, tiþtonek û çîrvanokan bi pêþ ve dibin. Bi xwendin û nivîsandinê jî dikemilînin.
|