Li Ser Rêbazên Pesndan û Rexnegiriyê*
Pêþek:
Mixabin hetanî niha di zarayê kurmancî de berhemên li ser rêbazên pesndan û rexnegiriyê derneketine ber ronahiyê. Lewre rêbazên me yên li ser pesndan û rexnegiriyê takekesî ne û kêm in jî. Di cîhanê de wêjeyên pêþketî rê û rêçikên nirxandin û perisandinê (analîzkirinê) diyar kirine. Mirov dikare bibêje ku ev beþa wêjeyê êdî xwediyê rêbazên zanîstî û gerdûnî ye jî. Lê em kurdên kurmancîaxêv hê hê jî mihtacî berhemên li ser rêbazên pesndan û rexnegiriyê ne. Lewre hetanî ku ji destê me bê em dê têkevin vê qadê û hewl bidin ku xîmê hin rêbazan bavêjin.
*Ev nivîsar hate rojanekirin û berfirehkirin.